Îran: Heke saziyên me yên enerjiyê bibin armanc, em ê Tengava Hurmuzê bi tevahî bigirin

Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku heke DYA saziyên wan ên enerjiyê bike armanc, ew ê Tengava Hurmuzê bi tevahî li çûnûûhatinê bigirin.

Îranê bersiveke tund da gefên Serokê DYA’yê Donald Trump ên derbarê hedefgirtina binesaziya enerjiyê de. Li gorî nûçeya ku Reutersê ragihandiye, Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) diyar kir ku heke êrîşeke wiha pêk were, Tengava Hurmuzê dê bi tevahî were girtin.

Di daxuyaniya Pasdaran de hat destnîşankirin ku heke Washington saziyên enerjiyê yên Îranê bike hedef, pargîdaniyên ku pişka DYA’yê tê de hene dê "bi tevahî werin tunekirin". Her wiha hat gotin ku binesaziyên enerjiyê yên li wan welatên ku mazovantiya baregehên Amerîkayê dikin jî dê wekî "armanca rewa" werin hesibandin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Me şer neda destpêkirin, lê heke zirar bigihe santralên me yên enerjiyê, ji bo parastina welatê xwe û berjewendiyên gelê xwe, em ê her tiştî bikin."

Di rewşa niha de ku tenê destûr ji bo hejmareke kêm a keştiyan tê dayîn, gihîştina Tengava Hurmuzê ya xala girtina tam, di bazarên enerjiyê yên cîhanî de bû sedema lerizînên cidî. Tengav, wekî rêyeke krîtîk ku beşeke mezin a veguhastina nefta xam û gaza xwezayî ya şile (LNG) di ser re derbas dibe, derdikeve pêş.

PEZEŞKİYAN: GEF YEKÎTİYA ME BIHÊZTIR DIKIN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan jî derbarê gefên Trump de daxuyaniyek da û got: "Gef û teror yektîtiya me hîn bêhtir bihêztir dikin." Pezeşkîyan destnîşan kir ku Tengava Hurmuzê dê tenê li rûyê kesên ku li dijî Îranê binpêkirinan dikin girtî be û welatê wî dê bi biryardarî bersivê bide.